Mesrûr Barzanî: Dadperwerî bingeha serkeftin, bihêzbûn û hikumraniyê ye

Mesrûr Barzanî: Dadperwerî bingeha serkeftin, bihêzbûn û hikumraniyê ye

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di serdana xwe ya îro Pêncşemê ya Wezareta Dadê ku ji aliyê Wezîr Ferset Ehmed ve hat pêşwazîkirin, civînek ligel berpirsên wezaretê li dar xist.

Di civîna ku bi amadebûna Wezîr û Serokê Encûmena Şûra û Serokê Dozgerê Giştî û rêveberên giştî yên wezaretê pêk hat de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser girîngiya Wezareta Dadê û seqamgîrbûna dadperweriyê bi giştî û diyar kir, dadperwerî û bidestxistina rizamendiya welatiyan, bingeha serkeftin, bihêzbûn û mayîna her desthilat û hikumraniyê ye, loma ez xwazyar im Wezareta Dadê û hemû saziyên hikûmetê, ji bo cîbicîkirina dadperwerî û xizmetkirian welatiyan kar bikin û ciyawaziyê nekin.

Mesrûr Barzanî girîngiya nehiştina rutîn û burokrasî anî ziman û daxwaza pêşkêşkirina hêsankariyên pêwîst ji bo welatiyan û dîjîtalkirina xizmetguzariyên giştî yên hikûmetê kir.

Serokwezîr Barzanî, amadebûna hemû hevkarî û hevahengiya hikûmetê ligel dadgehên Kurdistanê nîşan da, da ku bi awayekî profesyonel û bilez, erkên xwe cîbicî bikin û di cezakirina tawanbaran û binpêkerên yasayan bi giştî, bi taybetî jî bazirganên maddeyên hişber, ti xemsariyekê nekin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin