Kongreya çaremîn a Nivîskarên Kurd li Sûriyê hat lidarxistin

Kongreya çaremîn a Nivîskarên Kurd li Sûriyê hat lidarxistin

PeyamaKurd  - Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, kongreya xwe ya çaremin di bin dirûşma, “Nivîskar Balyozên Doza Gelê Xwe ne” li dar xistin.

Hejmareke mezin ji nivîskar û helbestvanên herêma Cizîrê beşdarî kongreya çaremin ya Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê bûn û hejmarek gotar hatin xwendin.

Di kongreya çaremîn de tekezî li ser rola nivîskar di warê berevaniya di ber doza Kurd û gelên navçeyê de hat kirin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin