PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku artêşa Tirkiyê amadekariya êrîşên nû dike û hêzên zêde yên komên çekdar li gundewarê Til Temir û Eyn Îsayê kom dike.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, artêşa Tirkiyê amadekariya êrîşên nû dike û çekdarên zêde yên opozîsyonê li gundewarên Til Temir û Eyn Îsayê bicih dike.
Di daxuyaniya 62yemîn roja destpêkirina êrîşên Tirkiyê de, HSDê da xuyakirin ku êrîş berdewam in û artêşa Tirkiye û komên çekdarên girêdayî wê bi çekên giran êrîşî gundewarên TilTemir û Eyn Îsayê dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin