PeyamaKurd - Rêveberê nahiya Çemankê Elend Emîr ragihand, ku sedema dagirkirina gundên nahiyê ji aliyê PKK ve ziyaneke mezin gihîştiye xelkên deverê.
Hat ragihanin ku Rêveberê nahiya Çemankê Elend Emîr diyar kiriye ku, 62 gund ser bi nahiya Çemankê ve hene, tenê 13 gund ava mane û 49 gundên din vala bûne, sedema wê yekê jî hebûna binkeyên PKKê ne.
Herwiha Elend Emîr da zanîn ku, eger ew binkeyên PKK li devera Çemankê nebana dê kerta geştûguzariyê di asteke bilind de ba, hêvî kir ku PKK xwe ji wê navçeyê vekeşîne daku, projeyên xizmetguzariyê dabîn bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin