PeyamaKurd- Wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca rewşa kovid-19 ê, di ser hesabê xwe yê Twitterê de belav kir. Li gor peyama Koca ya ser twitterê îro 28 kes mirine û 1.594 nexweş baş bûne. Jimareyên din yên encama Kovid-19 ê weha ne:
1.964.364 test heya îro li Tirkiyê hatine kirin.
162.120 kes heya îro bi Kovid-19 ê ketine.
4.489 kes heya îro wefat kirine.
662 kes di beşên hûrlênêrînê de ne.
324 kes bi cîhazên nefesê ve girêdayîne.
125.963 nexweş heya niha baş bûne.
36.155 heb test îro hatine çêkirin.
1.141 kes îro bi nexweşînê ketine.
28 kes îro wefat kirine.
1.594 kes îro baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin