PeyamaKurd - Hat ragihandin ku jeteke NATOyê ji ber ku nêzî balafira Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Şoygu bûye, ji aliyê balafirên şer ên Su-27 ên Rûsyayê ve hatiye astengkirin.
Artêşa Rûsyayê ragihand ku jeteke NATOyê li Deryaya Baltikê nêzî balafira Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu bûye.
Li gorî daxuyaniya fermî; Jeteke F-18 Hornetê nêzî balafira Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu ku ji xaka Kaliningrad a Rûsyayê ya li Ewropayê çûye Moskovê, bûye. Li ser vê yekê 2 balafirên şer ên Su-27 ên Rûsyayê pêşiya jeta NATOyê birîne.
Rûsyayê dîmenên wê kêlikê jî weşandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin