Li Sûdanê peymana agirbesa mayînde

Li Sûdanê peymana agirbesa mayînde

PeyamaKurd- Layangirên şerê naxweyî yên başûrê Sûdanê, peymanekî îmzekirin ku divê di nava 72 sietan de, peymana agirbesê bikeve rê.

Wezîrê karên derve yê Sûdanê El-Dirdirî Muhammed Ahmed, bo  çapemeniyê ragihand ku li bajarê Hartûmê, di navbera serokê dewleta Sûdana Başûr Salwa Kiir Mayardit û serokê muxalefetê Riek Machar de peyman hatiye îmzekirin.

Serokê dewleta Sûdanê Omer El Beşîr bi xwe jî di peymanê de amade bûye û divê di nav 72 sietan de agirbes bê danîn. Wê zîndanî serbest bên berdan û hukumeta demkî bê avakirin.

Li Sûdanê ji sala 2011an û vir de aramî çênabe û her şer û pevçûnên wan dewam dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin