PeyamaKurd- Li welatê Afxanistanê terorîstên ku unîformayên leşkerên Amerîkî li xwe kiribûn hatin kuştin.
Li Afxanistanê li ber avahiya wezareta karên hundir, li payîtext Kabîlê piştî dawî li şer û pevçûnên her dû aliyan hatin, hat fêmkirin ku terorîst unîformayê leşkerên Amerîkayî li xwe kirine.
Yek ji terorîstan bomba ser xwe teqand û yên din xwestin bikevin nava avahiya wezareta karen hundir lê polîs nehişt û di encama şer de temamê terorîstan hatin kuştin. Piştî mijara unîformayê aşkera bû Associated Press (AP) wêneyên wan da çapemeniya dinyayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin