PeyamaKurd- Li Brîtanyayê du namzet bo serokatiya partiya Muhafazakaran di pêşbirkê de ne ku yek ji wan wezîrê karên derve yê niha Jeremy Hunt e. Bo kampanya hilbijartina xwe ji hevalekî prensê Erebistanê Muhammed Bîn Selman 14 hezar strelîn pere alîkarî sitendiye. Ev ragihandin di malpera Buzzfeed ku malpera înternetêye belav bûye.
Kesê ku alîkariya pere kiriye navê wî Ken Costa te ku temsîlkarê taybet yê Prens Muhammed Selman yê li Brîtanyayê ye. Malper ragihand ku Costa hevalê Selman yê herî nêze û di têkiliyên navbera Brîtanya û Erebistanê de xwediyê rola herî baş e.
Ken Costa bi eslê xwe Efrîkiye û di ser hesabê wî yê medya civakî de gelek wêneyên wî bi Prens Muhammde re hene. Perê ku hatiye bexşandin bo Hunt ji şîrketa "Şêwirmendiya KJ Costa " hatiye kirin.
Parlementerê muxalefetê yê Partiya Karkeran Lloyd Russell-Moyle di malpera xwe de ragihand ku divê Hunt wî pereyî paşde bide. Berê jî 14 hezar strelîn pere bo Boris Johnson hatibû dayîn ku kesê li hemberê Hunt niha namzed e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin