Li Ûgandayê 2 mîlyon pêlewer ji karê xwe bûn

Li Ûgandayê 2 mîlyon pêlewer ji karê xwe bûn

PeyamaKurd – Li welatê Afrîkayê li Ûgandayê di yek çevekî de 2 mîlyon pêlewer ji karê xwe bûn û îşê wan ji destê wan çû. Hukumeta Ûgandayê bi sedema karê asayîşê qels dike, karê firotina eşyayan ya bi seyyarî qedexe kir. Wezîrê ewlekariyê yê Ûgandayê Jim Muhwezi ragihand ku bi sedema asayîşê dixin talûkê, pêleweriyê qedexe kirine ku pêlewer an ku kesên ku di kolanan de karê firotina seyyar dikin, nema wî karî karibin bikin.

Wezîr ragihand ku fermanê ji bo temamê rêvebirên ciyan şandiye û ferman ji bo temamê pêlewerên welate. Wezîr Muhwezi got ku sûcdar xwe dixin kirasê pêleweran,diçin li deveran an kolanan bûyeran dikin û weha dewam kir:

“Kesên dixwazin bazirganiyê bikin, ji niha û pê de bila li navendên bazirganiyê bikin.”

Cîgirê serokê rêxistina pêleweran Simon Kizza Kizito ragihand ku li Ûgandayê di ser 2 mîlyon pêleweran de endamên wan hene û niha ti ciyekî wan tineye ku lê bixebitin. Kizito got ku eger van pêleweran bê îş bimînin, wê pirsgirêka asayîşê bêhtir bibe û kesên bê îş bimînin, wê bikevin nav karê diziyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin