PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji bo Helebce û bajarê Guernica yê Spanyayê bibin bajarên destxwişk û bira, hemû amadekarî temam bûne.
Waliyê Guernica Jose Maria Gorrono ji K24ê re axiviye û gotiye, “Em dizanin ku Kurd gelek êş û azaran dikişînin. Em ê kêfxweş bibin ku Helebce û Guernica bibin bajarên destxiwşk. Hemû amadekarî bi dawî bûne. Em dikarin di navbera xwe de têkiliyek pir baş saz bikin."
Gorrono diyar kiriye, “Weke kesên din em jî dizanin ku Kurdên li ser sînorên Sûriye, Îran, Iraq û Tirkiyê gelek êş û azaran dibînin. Dixwazim dilgiraniya xwe li hember rewşa ku Kurd tê de ne diyar bikim. Min kedeke mezin da ku ez di derbarê Kurdan de xwedî zanîna tam bibim. Di destpêkê de min tam nizanibû ku Kurd di çi re derbas dibin. Kurd jî xwedî çand û zimanê xwe ne. Ew jî dixwazin bi azadî bijîn.”
Nûnertiya Madrîdê ya Herêma Kurdistanê ji bo ku Helebce û Guernica bajarên bira bikin, bi mehan xebat meşandin. Taybetmendiya hevpar a her du bajaran ew e ku bi çekên kîmyewî hatin bombekirin û gelek windahî dan…
Şanda Nûnertiya Madrîd a Herêma Kurdistanê ku do serdana bajarê Guernica kiribû, hemû amadekariyên têkildarî protokola destxwişkiya bajêr bi dawî kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin