PeyamaKurd - Kelecana Kupaya Cihanê FIFA 2018 ku Rûsya mazûvaniyê dike, dê sibê bi 3 pêşbirkên grûba H û grûba A va dewam bike.
Di Grûba H da milmilaneya Kolombiya-Japonya û Polonya-Senegal dê bi rê va biçin û herwiha bi milmilaneya Rûsya-Misirê va, ku di Grûba A da ye, dê pêşbirkên 2yemîn ên grûban dest pê bikin.
Di yekemîn pêşbirka rojê da ku di heman demê da yekemîn pêşbirka Grûba H ye jî Kolombiya û Japonya dê li bajarê Saranskê werin hemberî hev.
Têkoşîna li Mordovia Arena dê di saet 15.00an da dest pê bike.
Di pêşbirka duyemîn a sibê da jî Polonya û Senegala ku ev cara duyemîn e beşdarî Kupaya Cihanê dibe, dê li Yarîgeha Spartak a li Moskowê werin hemberî hev.
Milmilane dê di saet 18.00an da dest pê bike.
Tîma malîvan Rûsya ku di pêşbirka ewil da Erebistana Siûdî 5-0 têk bir û bi bayê bezayê dest bi turnuvayê kir jî dê di maça xwe ya duyemîn a Grûba A da derkeve pêşberî Misirê. Milmilane dê li Yarîgeha Saint Petersburgê di saet 21.00an da dest pê bike.
Di Grûba A da 3 pûanê Rûsyayê û 3 pûanê Uruguayê heye. Misir û Erebistana Siûdî hê pûan hilnedane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin