Iraqê Turkmenê siî tayînî îstîxbarata Kerkûkê kir!

Iraqê Turkmenê siî tayînî îstîxbarata Kerkûkê kir!

PeyamaKurd- Wezareta Karên Hundir ya Iraqê Turkmenê şiî yê bi navê Orhan Halîl wekî Serokê Îstîxbarat û Têkoşîna li dijî Terorê yê Kerkûkê tayîn kir.

Kerkûk di nava herêmên Kurdistanî yên ku li derveyî tixûbên Herêma Kurdistanê mane de cih digire. Heta niha di vî meqamî de kesekî ku nêzîkî partiya YNKê hebû.

Li ser vê tayînê, endamê Parlamentoya Iraqê Şahevan Abdullah ji çapemeniya Kurdî re axivî û wiha got: “Niha tiştên ku li Kerkûkê diqewimin, ji sedî sed weke bûyerên dema Beasê ne. Aniha li Kerkûkê di destê Kurdan de tu kursî û meqam nemane.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin