PeyamaKurd – Serokerkanê Fransayê François Lecointre ragihand ku di derbarê 18 generalên xaneşîn yên li Fransayê ku hişyarî dabûn serokê Fransayê Emmanuel Macron û gotibûn bo li Fransayê şerê navxweyî û kaos çênebe û pêşî li bûyeran bigre, dê bo wan generalan mueyîdeyên cezaî bên danîn.
Lecointre, bi Le Parisien re hevpeyvînekî çêkir û got di nav bi hezaran leşkeran de yên ku îmze danîne metna hişyariyê, di nav wan de 4 zabit û 18 muwazaf leşker tesbît kirine.
Kesên niha dixebitin, wê egerên dîsîplînê bo wan bên kirin. Generalên ku di statuya 2S de wezîfe dikin dê ji wê statuyê derxin û wan xaneşîn bikin. Lecointre weha got:
“Bi daxwaza wezareta bergiriyê, em prosedurê didin destpêkirin. Wê ew general, derên ber konseya bilind ya leşkerî lê di encamê de bo derxistina ji sîcîlê wê serok îmze bike.”
Di artêşa Fransayê de statuya kesên general ya 1S û 2S hene. Di 1S ê de generalên li ser wezîfê û yên demkî hene. Generalên wezîfa aktîf dikin di nav 2S de ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin