PeyamaKurd - Hat îdîakirin ku hevkariya taktîkî ya Tehran û Talîbanê li Efxanistanê kûrtir dibe û hedef ew e ku rê li ber NATO û Amerîkayê bibirin.
Li gor agahiyên herêmî, berî mehekê 12ê Gulanê li sînorê Efxanistan û Îranê li Ferahê êrişeke berfireh çêbû. Talîbanê navenda bajêr jî di nav de gelek cihên stratejîk girtin. Ev êriş bi operasyona hevbeş a NATO û hêzên Efxanistanê hat têkbirin.
Di şer de hat îdîakirin ku 30 eskerên Efxanistanê û 300 Talîbanî hatin kuştin.
Midurê Emniyeta Ferahê Fazl Ehmed Şîrzad ragihand ku li ser milîtanên Talîbanê gelek çek û muhîmmatên malê Îranê hatin girtin û ev jî nîşan dide ku tiliya Îranê di êrişan de heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin