Die Welt: Wê Almanya radara xwe ya herî pêsketî bisîna Ukraynayê

Die Welt: Wê Almanya radara xwe ya herî pêsketî bisîna Ukraynayê

PeyamaKurd – Rojnameya Die Welt a Almanî ragihandiye ku Almanya amadekariyê dike radara herî pêşketî ya cîhanê COBRA (Counter Battery Radar) a tespîtkirina topxaneyan ji Ukraynayê re bişîne.

Li gorî nûçeya Die Welt Almanya ji bo hesasbûna obusên Ukraynayê bipêş bixe û topavêjin Rûsî tespît bike radara COBRA dixwaze bişîne Ukraynayê ku aliyê Ukran ji wan 40 heban daxwaz dike.

Lê belê di nûçeyê de hatiye gotin ku ji wan radaran di Artêşa Almanya bi xwe de jî tenê 19 heb hene ku niha tenê dikarin 3-5 ji wan radaran bişînin Ukraynayê.

Sîstema radarê ya COBRA mobîl (seyar) e û kompaniyên Airbus Defence and Space û Lockheed Martin ve bi hevkariya Almanya, Fransa, Brîtanya û Amerîkayê hatiye pêşxistin ku niha artêşên Alman, Fransî û Brîtanî wê sîstemê bikar tînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin