PeyamaKurd - Li Hindistanê li eyaleta Uttar Pradeşê hejmara kesên ku ji ber barana gur mirin derket 106an.
Li gor nûçeyên ku li çapemeniya Hindistanê derketin, barana ku hefteya borî dest pê kiribû li gelek eyaletan bû sedema afat û şeteleyan.
Li herêmê hin xanî ji ber barana gur hilweşiyan, li gelek ciyan histûnên ceyranê gêr bûn û rê di bin avê da man.
Ji ber bûyerên bi vî rengî 106 kes mirin, 100 kes birîndar bûn û qasî 100 heywan jî telef bûn. Ji 600î zêdetir avahiyî jî zirar dît.
Serokwezîrê Eyaleta Uttar Pradeşê Yogî Adîtyanath got ku ew ê arîkariyê madî û tenduristiyê bidine wan kesên ku ji ber baran û lehiyan mexdûr bûne.
Li gor daxuyaniyên ku ji dezgehên fermî da hatin dayîn, li Hindistanê ji ber baranên musonê ji meha tîrmehê vir va li hemû welêt bi qasî 600 meriv mirin, qedera 200 merivî jî birîndar bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin