PeyamaKurd – Ji ber ku rawestana însanî ya li Xezzeyê dikeve roja xwe ya dawî, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres banga "agirbesta însanî ya tam" li Şerîda Xezzeyê kir.
Guterres got, "Diyaloga ku rê li ber peymanê girt, divê berdewam bike û ji bo berjewendiya gelê Xezze, Îsraîl û herêmê agirbestek berfirehtir a mirovî pêk bîne."
"Rewş her ku diçe xirabtir dibe"
Guterres ji ber rola wan a di peymana pevguhertina girtiyan de Qeter, Misir û Amerîka pîroz kir û got, "Neteweyên Yekbûyî wê bi her awayî piştgiriyê bide van hewldanan. Di wan çar rojan de, Neteweyên Yekbûyî gihandina alîkariyên mirovî ji bo Xezzeyê zêde kir û alîkarî ji hin deverên bakur re şand ku bi giranî bi hefteyan hatibûn qutkirin. "Lê belê karesata mirovî ya li Xezzeyê her roj girantir dibe,"
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin