PeyamaKurd- Li paytexta Kurdistanê li Hewlêrê bi beşdariya Nêçîrvan Barzanî û qasidê Amerîkayê yê li Iraqê Douglas Silliman avahiya Konsola Amerîkayê ya nû hate avakirin.
Di avakirina konsola Amerîkayê de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî axivî û got ku “Îro avahiyeke mezintir ji bo konsola Amerîkayê li vir ava dibe. Ev îşaretê dide ku Kurdistan ji bo Amerîkayê çi qasî girîng e û di pêşerojê de pêwendiyên Amerîka û Kurdistanê wê berfirehtir bidomin. Em vê gavê pir girîng dibînin.”
Barzanî wiha berdewam kir: Em dixwazin bi Amerîkayê re ji aliyê siyasî, aborî, çandî, zanistî û ticarî ve pêwendiyên xwe zêdetir bikin. Em dixwazin bi Amerîkayê re nêrîneke nû ava bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin