Tirkiye û Rûsya ji hev dûr dikevin

Tirkiye û Rûsya ji hev dûr dikevin

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Edogan bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re axivî û li ser  êrîşa hikûmeta Sûriyê ya ser Idlibê hişyarî da.

Li gorî çavkaniyên Serokkomariya Tirkiyê, Erdogan û Pûtîn bi riya telefonê li gel hev axivîne û mijara sereke ya vê peywendiyê jî rewşa Sûriyeyê û peywendiyên dualî bûne.

Hate ragihandin ku herdu serokan tekezî liser pêşxistina peywendiyên dualî kirine û derbarê mijara Sûriyê jî nêrînên xwe parve kirine.

Di hevdîtinê de Erdogan behsa operasyona hikûmeta Sûriyê ya li bajarê Deraayê kiriye û balkişandiye ser êrîşên li hember sivîlan û gotiye ku eger rêveberiya Şamê bi heman awayî êrîşî Idbilê bike dibe lihevkirina Astanayê bi temamî ji holê rabe.  

Herwiha Erdogan destnîşan kiriye, ku eger li Idlibê rewşeke nerênî çêbibe dibe ev yek bandorê li civîna Asatanayê bike ku biryare rojên 30 û 31ê Tîrmehê birêve biçe.

Herdu serokan biryar da di dawiya vê heyvê li Johannesburgê di Lûtkeya BRICS de hevdîtineke rûbirû bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin