PeyamaKurd - Li ser îdîaya ku di nav çekên PKKê yên hatin desteserkirin de tivingên otomotîk yên malê Kandayê jî hebûn, Tirkiyeyê hişyarî da Kanadayê.
Di rojnameyên National Post, Montreal Gazette û Ottawa Citizen ên girêdayî Postmediayê de ku yek ji civaka medyaya neteweyî ya Kanadayê ye, bi îmzaya David Pugliese nûçeyek bi navnîşana "Tivinga peyade ya malê Kanadayê kete destê terorîstan" hat weşandin.
Hat destnîşankirin ku di nûçeyê de li ser PKKyiyan çekên tîpa NEA-15 yên malê Kandayê hene.
Herwiha di nûçeyê de zanyariya ku Artêşa Tirkiyeyê li Mêrdînê di şikefteke ku PKKê bikardianî çeka hêzên taybet a malê Kanadayê hatiye desteserkirin û wêneyên derbarê bûyerê de ragihandine meqamên Kanadayê.
Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku berhemhênerê çekên desteserkirî şirketa bi navê North Eastern Arms-NEA ye ku li eyaleta Ontarioya wî welatî ye û rayedarê fîrmaya aniye ziman ku firotina çekên navborî bi îzna Hikûmeta Fedaralî bûye.
Herwiha di heman nûçeyê de hat gotin ku sala 2016an li Kurdistanê jî çekên berhemê NEAyê ji bo pêşmergeyan hatiye tedarikkirin. Hat tomarkirin ku rayedarên şirketê çûne herêmê û heman salê Kanadayê zêdeyî hezarî çek îxracî Iraqê kirine.
Balyozê Tirkiyeyê yê li Ottawayê Selçuk Unal di daxuyaniya xwe de got, "Hikûmeta me hemî carê tîne ziman ku li dijî wê yekê ne çek bidin rêxistinên terorê bi taybet yên Sûriye û Iraqê. Herwiha ji wan re radigihîne ku em bi fikarin ew çekên ku di vê çarçoveyê de didin wan yekeyan, tevî hêza li Herêma Kurdistan jî, diçin dikevin destê rêxistinên terorê yên weke DAIŞ û PYD/PKKê. Ji mêj ve em di vê mijarê de hişyariyê didin hevpeymanên xwe yên weke Kanadayê."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin