PeyamaKurd-Rûsyayê, li ser biryara endamtiya NATOyê ya Finlandiyayê ragihand ku ev yek dê ji bo Rûsyayê gefeke teqez be. Ji sekreteriya NATOyê jî hat ragihandin ku ew li bendê ne Finlandiya serlêdana NATOyê bike û endamtiya wan bi lez û bez were çêkirin.
Serokomar û Serokwezîra Finlandiyayê îro ragihand ku ew ê ji bo endamtiya NATOyê serlêdanê bikin. Li ser vê daxuyaniyê, ji Kremlînê daxuyaniyek hat dayîn. Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov da zanîn ku têketina Finlandiyayê ya NATOyê, ji bo Rûsyayê gefeke teqez e û hewilên endamtiya NATOyê yên Finlandiyayê, wekî hewilên xemgîniyê pênase kir.
Ji Sekreteriya NATOyê jî hat ragihandin ku ew li bendê ne Finlandiya û Swêd, di rojên pêş de serlêdanê bikin û endamtiya wan bê pirsgirêk û bi lez û bez were çêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin