Sanda hevpeymaniyê ji bo sewatên zeviyan û lehiyan serdana Qamislo kir

Sanda hevpeymaniyê ji bo sewatên zeviyan û lehiyan serdana Qamislo kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şandeke Hevpeymaniya Navdewletî ji bo hevkariya bo bûyerên şewata zeviyan û ziyanên lehiyên biharê, serdana Qamişlo kir û bi rêveberên bajarê Qamişloyê re civiya.

Şanda hevpeymaniyê ya ji bo karûbarên sivîl, ji bo hevkarî û pêşkêşkirina xizmetguzariyan bi rêveberên bajêr re hevdîtin pêk anî. Hat zanîn ku herdu aliyan li ser buyerên şewatê û lehiyên ku di demsala biharê de rabûne, rawestiyan.

Şandeyê diyar kiriye ku wan derbarê mijarên derbasbûyî de, gelek lêkolîn kirine û rapor amade kirine û dane zanîn ku teqezî li ser pêwîstiya herêmê bi otombîlên agirkujiyê û gelek alavên dîtir heye

Li gorî çavkaniyên herêmê, şanda hevpeymaniyê piştî civînê digel rayedarên Meclisa Kantonê li nava zeviyên şewitî geriyane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin