Gora pêxemberê Yahûdî yê Kurdistanî tê tamîrkirin

Gora pêxemberê Yahûdî yê Kurdistanî tê tamîrkirin

PeyamaKurd- Gor û sinagoga (kenişt) pêxemberê Yahûdî yê Kurdistanî Nahûm û xuşka wî Sara, bi alîkariya hukumeta Kurdistanê, Amerîka û hukumeta Çekyayê tê nûkirin. Gora pêxemberê Yahûdî yê Kurdistanî li bajarê Mûsilê li nahiya Elkûşê ye. Pêxember Nahûm di sedsala 7 emîn ya berya zayînî de jiya ye.

Endazyarê berpirsê karê nûkirinê Bûrhan Abdullah bo Rûdawê weha ragihandiye:

“Li vê derê bo dîwaran qûma taybet hatiye amadekirin. Qûm ji welatê Çekyayê hatiye anîn. Dikare dîwaran heya 200 salan ji baran, serma û şertên sext biparêze. Bo berhemên dîrokî alavên dinan jî bi taybetî hatine amadekirin.”

Perestgeha pêxember Nahûm jî berya 350 salan hatiye avakirin û ji şertên hewayî zerarê dîtiye. Di sînagogê de heya sala 1847an îbadet dihat kirin.

Li gor serpereştê olî yê cihû Dr. Gazwan Yusuf:

“Pêxember Nahûm Elkûşî berya 2700 salî gotiye ku wê Nînova ku payîtexta Asûriyan bûye dê hilweşe. Ev bûyer di sala 612 ê berya zayîna Hz.  Îsa hilweşiya. Pêxxember li vê derê wefat kir û li vê derê hat definkirin. Ev der dereka pîroz e.”

Bo nûkirina wê derê, hukumeta Amerîkayê 500 hezar dolar pere daye û şîrketeka ji komara Çekyayê bi hukumeta Kurdistanê re hevkarî dike da perestgeh û gorê nûbikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin