Rayedarên UAEAyê, diçin Zaporijyayê

Rayedarên UAEAyê, diçin Zaporijyayê

PeyamaKurd- Ji aliyê rêvebirên Saziya Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (UAEA) ve hat ragihandin ku rayedarên saziyê, ji bo biçin qada santrala nukleerî ya Zaporijyayê, bi rê ketine.

Serokê UAEAyê Rafael Grossi, di derbarê mijarê de daxuyaniyek ji bo raya giştî ya cîhanê da û ragihand ku ji bo venêrîna santralê bê kirin, rayedar di rê de ne.

Rafael Grossi di daxuyaniyê de got,“Em neçar in ku ewlehiya santrala herî mezin a Ukrayna û Ewropayê ya nukleerî, biparêzin.”

Ji aliyê rêvebirên Kompaniya Enerjiya Nukleerî ya Dewletê ya Ukraynayê (Energoatom) ve jî daxuyaniyek hatibû dayîn û hatibû eşkerekirin ku li derdora herdu reaktorên dawî yên santrala Zaporijyayê agir derketiye û ji ber vê jî zerar gihîştiye xetên elektrîkê.

Her wiha hatibû diyarkirin ku ev yek jî bûye sedem ku girêdana şebekeya elektrîkê ya neteweyî qut bibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin