UNRWA: “Heya em karibin em ê li Rafahê bimînin”

UNRWA: “Heya em karibin em ê li Rafahê bimînin”

PeyamaKurd – Ajansa Fîlîstînê ya Neteweyên Yekgirtî (UNRWA) ragihand ku operasyona Îsraîlê ya Rafahê tê vateya êş û mirina 1.4 milyon sîvîlan. UNRWA got ku heya karibin dê hebûna xwe ya li Rafahê bidin dewamkirin. UNRWA di mijarê de got:

“Êrîşeka Îsraîlê ya ji bo ser Rafahê tê vateya ku xelkê sîvîl bêhtir êşê bikşîne û bimre. Encama wê; dê 1.4 milyon sîvîlan biherifîne ser hev. UNRWA nayê tehliyekirin. Heya karibe dê hebûna xwe ya li Rafahê dewam bike. Komserê UNRWAyê yê giştî Philippe Lazzarini got ku ew bende ne da agirbes bibe, ne koçkirin. Lazzarini weha dewam kir:

“Êrîşa Îsraîlê wê êşa Xezzayê zêdetir bike. Wê bike ku xela ya bi destê mirovan hatiye çêkirin zêdetir bibe. Pêdivî bi agirbesê heye. Heya em karibin em ê li vê derê bimînin û alîkariyê bigihînin ciyên pêwist.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin