Amerîka dorpeça ser Koreyê zêdetir dike

Amerîka dorpeça ser Koreyê zêdetir dike

Temsîlkara Amerîka ya li Neteweyên Hevgirtî Nikki Haley, beyaneka bi nivîska da û got ku ev biryarên han bo astengkirina karê qaçaxe bo Kore ya Bakûr.

Amerîka navên şîrket û keştiyên bazirganiyê yên ko dorpêça ser Kore ya Bakûr dişkênin xiste nava lîsteya reş. Piraniya wan şîrketan karê qaçax yê petrol û komirê dikin.

Komîteya ku dorpêça li ser Koreyê kontrol dike, li ser daxwaza Amerîkayê vê biryarê da. Di nava wan de 27 keştî ku 13 ji wan yên Kore ne û 21 şîrketên naqliyê hene.

Bi vî awayî wê karibin dest deynin ser sermayen 15 keştiyan û ji 13 ji wan re qedexeya lîmanên navdewletî deynin. Wê sermaya 21 şîrketên neqliyê bê rawestandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin