PeyamaKurd- Li Zankoyê İnönü ya Meletiyê di beşa dermansaziyê de, serokê beşê Dr. İsmet Yılmaz lêkolîneka balkêş kir û giha encamên gelek baş. Di lêkolînê de hat dîtin ku mişmiş (zerdele=qeysî=arûng) ên Meletiyê, xwîna sor ya nava xwînê zêde dike. Yılmaz weha got:
“Me berê qiyasa xwîna sor ya heywanên xwe girt. Paşî bo 120 rojan me mişmiş tevî xwarina wan kir. Di pey 120 rojan de, di xwîna heywanan de, di ya sor de zêdebûneka baş dît.”
Yılmaz got ku ew bi beşên din yên zankoyê re bi hevkarî xebitîne û heywanan bi dest xistine û li ser wan xebatên labaratûarê kirine. Di xebata xwe de ewilî %1, %2.5,%5 û %10 mişmişan xistine nava xwarina heywanan. Ji her 30, 60 û 120 rojan carekî li xwîna wan nêrîne û dîtine ku xwîna wan ya sor bi awayeka aşkera zêde bûye.
Xebata wan li ser heywana mişkê çêbûye.120 ji wan mê û 120 ê wan nêrin. Dike 240 mişk. Xebata wan bo 4 mehan dewam kiriye. Mişkan kirine 24 grûb û li gor dayîna xwarina wan ji her 30 rojan carekî li xwîna wan û wesleyên wan yên din li yên 8 heywanan nihêrtiye. Bi van ceribandinan de, di enzîmên kezebê (mêlak) de û di bedêne de guherandina maddeya potasyûmê dîne. Yılmaz weha dewam dike:
“Mi van xebatên xwe di gotarên xwe de nivîsand. Dema em mişmişan didin heywanan, em dibînin ku di 120 rojan de xwîna heywanan ya sor zêde dibe. Em difikirin ku kesên bi wan re bêxwînî hebe, belkî mişmiş bo wan bibe derman.”
Yılmaz got ku miqdarê xwarina mişmişan di vê mijarê de esas nîne lê divê dewamî be. Yılmaz balê kişand ser mijarên din yên di derbarê mişmişan de û got:
“Mirov kêm bixwe lê daîmî bixwe baştire. Bandora daîmîtiyê zêdetire. Zêdeyê wê îsrafe (beredayiye). Di heman demê de divê flora mişmişê bi sedema lîfên di navê de, divê rodiyan xwedî bike. Bi xwedîkirina floraya rodiyan, senteza vîtamîna K û D yê çêdibe. Bi sedema ku ew jî di hilberîna çêkirina xwînê de û di mêjiyê nava hestiyan de xwedî fonksiyonin û bandora erênî li xwînê dike. Mirov mişmişan bixwe %1 xwînê zêde bike ev rêjeya herî baş e.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin