PeyamaKurd – Şîrketa dermanan ya bi navê Novartisê bi sedema di dermankirina nexweşîna kanserê (seretan) de teknolojiyên nûh pêş xistiye, şirkta bi navê Myricx Bio yê bi 1,5 milyar dolarî xist bin sîwana xwe an ku kirî. Piştî peymana navbera wan ji aliyê rayedaran ve tesdîq bibe, dê peyman encam bide.
Myricx Bio, hucrên kanserê dike hedefa xwe û li ser teknolojiya Antikor-Konjugatan (ADC) xebatên xwe dimeşîne. Ev rêbaza dermankirina kansere, kêmtir zerarê dide hucrên baş û dermankirina kanserê bi vê rêbazê dimeşîne.
Di peymanê de heye ku di serî de dê Novartis 1,1 miyar dolar pere bide Myricx Bioyê. Paşî ji bo şîrketa Myricx Bio di pêş de dema bigihê armancên xwe yên zanistî û bazirganî, dê Novartis heya 400 milyon dolarî pere bide şîrketê.