PeyamaKurd- Xortekî 17 salî ji bajarê Balikesîrê ya bi ser Tirkiyê de, bi motorsîkleta xwe qeza kir û bi sedema ku xwîn ketibû ser mêjiyê wî mir. Doktor û rêvebirê beşa neqla wesleyên bedena mirovan yên nexweşxaneya dewletê ya Edremîta bi ser bajarê Balikesîrê, bi malbata kesê mirî re pêwendî danîn û malbat qebûl kir ku organên wî bidin nexweşên dinan yên ku li benda neqla wesleyan e.
Bi operasyonan ji bedena kesê koçkirî ku navê nehat dayîn, 2 gurçik, 2 korneya, dil û kezeba wî bo ji nexweşên din re bibe derman hat şandin bo navnedên cuda yên Tirkiyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin