PeyamaKurd – Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Dîyarbekirê (DTSO) otobusek nû diyarî Amedsporê kir.
Otobusa ku bihayê wê 22 milyon Lîreyên Tirkî ye (nêzîkî 517,000 dolar), bi taybetî ji bo rehetiya lîstikvanan hatiye sêwirandin.
Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Dîyarbekirê otobus kirî da ku lîstikvanên Amedsporê bikaribin bi rehetî rêwîtiyê bikin.
Dizayna hundirîn li gorî hewcedariyên lîstikvanan hate amadekirin û wesayît bi merasîmekê radestî Amedsporê hate kirin.
Serokê Klûba Amedsporê Nahit Eren, derbarê taybetmendiyên otobusê de got, "Kursîyên di otobusê de ji yên berê bêtir ditewin (firehtir in). Rûniştin pir rehet û karanîna wê hêsan e. Bi kalîteya herî bilind hatiye çêkirin. Di otobusê de sarinc, televîzyon û odeyek civînê jî heye. Odeya Bazirganiyê ev otobus bi 22 milyon Lîreyên Tirkî kirî."