PeyamaKurd - Tîma KPMG Football Benchmark ji bo diyarkirina lîstikvanên futbolê yên herî biha yên cîhanê lêkolînek çêkir.
Di encama lêkolîna KPMG Football Benchmarkê de, 10 lîstikvanên futbolê yên herî biha li cîhanê hatin eşkere kirin.
Li gorî lêkolînê lîstikvanê tîma Paris Saint-Germain (PSG) Kylian Mbappe bi 225 milyon Euroyan lîstikvanê futbolê yê herî biha ye li cîhanê.
Piştî Mbappe jî lîstikvanê Paris Saint-Germain (PSG) û tîma neteweyî ya Brezilya Neymar bi 185 milyon Euroyan duyemîn futbolîzê biha ye û lîstikvanê Barcelona û tîma neteweyî ya Arjentînê Lionel Messi jî bi 180 milyon Euroyan di rêza sêyem de listîkvanên herî biha ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin