Amedspor li qada xwe bi 4 golan bi ser ket

PeyamaKurd – Amedsporê di qada xwe de Yenî Malatyasporê 4-0 têk bir.
Di Lîga 1emîn a Trendyolê da Amedsporê di mala xwe da Yenî Malatyasporê 4-0 têk bir. Bi hezaran alîgirên Amedsporê yên ku tevî hewaya sar li maçê temaşe kirin li stadyumê pankarta "Şoreşa ronî ya serdema tarî" daliqandin.
Amedsporê bi golên Çekdar Orhan û Daniel Moreno (2) nîva ewil 3-0 pêş ket. Maç bi gola ku Charly Keita di nîva duyemîn de avêt 4-0 bi dawî bû.
Amedsporê pûanên xwe derxist 38an û derket rêza 9emîn. Amedspor hefteya bê wê serdana Esenler Eroksporê bike.





