PeyamaKurd - Maçên dawî yên Gera 3yan a Kûpaya Zîraatê ya Tirkiyê duh hatin lîstin û Diyarbekir bi encama 2 û 1ê bi ser ket û derket gereke jortir.
Eskîşehîr di Lîga 1emîn, Diyarbekir di Lîga 3emîn de dilîze. Maç li Amedê bû. Di xuleka 18yan de Eskîşehîr bi lîstikvanê xwe Îbrahîm Halîl Oner bi 1-0 derket pêş. Nîveka yekemîn bi vî awayî bi dawî bû.
Di nîveka duyemîn de Diyarbekir Sporê xwe nîşan da. Di deqîqeya 50yî de Tonulay Yurtseven, di deqîqeya 62yan de Reşo Akin li ser navê Diyarbekirê gol avêtin û encam bû 2-1. Di deqîqeyên dawî de encam neguherî û bi vê yekê Diyarbekir Spor derbasî Gera 4an bû, Eskîşehîr vegeriya mala xwe.
Maç Sonucu:
— Diyarbekirspor A.Ş (@diyarbekiras) September 25, 2019
Diyarbekirspor'umuz: 2 Eskişehirspor:1
48' Tolunay Yurtseven
62' Reşo Akın#geridönüşyılı⏳? pic.twitter.com/OEzp1WvW6M
Di maçên duh hatin lîstin de Amed Spor û Wan BB jî bi ser ketibûn û derbasî Gera 4an bûbûn.Maçên mayî dê îro bêne lîstin û Gera 3yan bi vî awayî bi dawî bibe.