Egîd bû şampiyonê boksê yê cîhanê

PeyamaKurd – Boksorê Kurd Egîd Kabayel, di şampiyoniya boksê ya cîhanê de ku li Erebistana Siûdî hate lidarxistin de, hevrikê xwe yê çînî têk bir û bû şampiyonê cîhanê.
Egît ji bajarê Mereşê yê bakurê Kurdistanê ye û li Almanyayê dijî.
Egîd şevê din ligel boksorê Çînî Zhilei Zhang, li Riyad a Siûdî derket ser doşeka boksê û di raunda 6an de reqîbê xwe nakawt kir.
Boksorê Kurd bi vê serkeftina xwe bû şampiyonê boksê yê Sikleta Giran a WBC li cîhanê.
Ev nivîs 190 car hatiye xwendin.




