Turkmen dawî li xwepêsandanan anîn

Turkmen dawî li xwepêsandanan anîn

PeyamaKurd- Li bajarê Kurdistanê li Kerkûkê, Turkmen bo 28 rojan bû ku dest bi xwepêşanadanan kiribûn û îro dawî li xwepêşandanan anîn.

Turkmen ragihandibûn ku di hilbijartinan de, li Kerkûkê hîle çêbûye û dest bi xwepêşandanan kiribûn. Li ser banga serokê Cepha Turkmenan Erşad Salihî dawî li tevgerên xwe anîn.

Turkmenên netaweperest ragihandibûn ku li deverên ku tevli hilbijartinan bûne, partiyên Kurd dengan bi ser aliyê xwe de jimartine û dest bi xwe pêşandanan kiribûn. Li ser van bertekan, serokwezîrê Iraqê Heyder El Ebadî ragihand ku “ger pêwist be, bila dengên Kerkûkê bi destan bên jimartin.”

Lê li gor qanûnên Iraqê, bo deng ji nûh de bên jimartin, divê biryara Komîseriya Bilind ya Hilbijartinê hebe. Komîserî di vê mijarê de hêj ti biryarê nedaye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin