Bakirhan li Batmanê axivî: Rê nedin tifaqa Torosên Spî!

Bakirhan li Batmanê axivî: Rê nedin tifaqa Torosên Spî!

PeyamaKurd - Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tuncer Bakirhan, di çarçoveya xebatên bo hilbijartinên herêmê yên Adara 2024an de, serdana bajarê Batmanê kir û li wir ji alîgirên partiya xwe re axivî û diyar kir, ew ê di hilbijartinan de bersiva pêwîst bidin qeyûman.

Hevserokê HEDEPê Tuncer Bakirhan di beşeke axaftina xwe de, bêyî ku navê tifaqa HUDA-PAR û AK Partiyê bi nav bike got ku xwediyên Torosên Spî tiştek nema ku neanîn serê xelkê Batmanê û wiha pê de çû:

“We Sidik Tan, Edîp Solmaz dan vê axê. Rê nedin torosvanên spî û tifaqa Torosên Spî. Destûrê nedin vê yekê. Li Êlihê, li Amedê, li Kurdistanê wê gelê me bersiva guran bide. Ev qeyûm neyarê gelê kurd in. Divê em ji bo heyama li pêşiya xwe baş bixebitin û bi hêz jê derkevin. Ji bo em polîtîkayên vê pergala qirêj eşkere bikin çi ji destê me were divê em bikin. Em dixwazin xwedî li ziman û çanda xwe derkevin. Em dixwazin bi îradeya xwe rêveberiyên xwecihî bi rê ve bibin. Êdî dem dema qewirandina qeyûman hatiye. Ev pergal û qeyûm neyarê Navenda Çandê ya Celadet Bedirxan, peykerê Ehmedê Xanî ne. Bi destê qeyûman dixwazin me bikin tirk, naxêr em ne tirk in, em kurd in. Hemû nirxên gelê Batman û Amedê talan dikin û nelirêtiyê dikin. Bihostek erd ji bo şaredariyê nehiştin. Hemû firotin û xwarin. Em ê di heyama pêşiya xwe de destûrê nedin  tifaqa Torosên Spî. Em ê dîsa şaredariyên xwe bi dest bixin û deriyên malên xwe ji gelê xwe re vekin.” 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin