PeyamaKurd - Lîderê Îranê Ayetullah Elî Xemaney bangî darazê kir li hember "kesên ewlehiya aboriyê ya welêt xirab dikin" tevbigerin.
Li gor daxuyaniya ofîsa Xemaney Serokê Erka Darazê Ayetullah Sadiq Larîcanî û rayedarên darazê li Tehranê bi Xemaney ra civînek kirin.
Di civînê da Xemaney der barê qeyrana aboriyê û bihayê dowîzan ku zêde dibe de axivî û wiha got: "Gel divê ji bo kar, jiyan û debarê di nav ewlehiyê de be."
Xemaney bangî darazê kir û got divê daraz li hember "kesên ewlehiya aboriyê xirab dikin" tevbigere.
Li Tehranê esnafên Çarşiya Tehranê ya Mezin ji ber qeyrana aboriyê û bihayê dowîzan a ku zêde dibe kepengên xwe digrin û vê rewşê protesto dikin.
Roja duşemê jî hin esnaf çûbûn li ber meclisê û xwepêşan kiribûn. Polês xaza rondikrêj reşandibû çalakvanan û ji wan hin kes birîndar bûbûn.
- Hişyariya îdamê
Serokê Erka Darazê Ayetullah Sadiq Larîcanî duh daxuyandibû kesên ku di bazara dowîz û zêr da manîpulasyonê dikin wê bi îdamê va bên cezakirin.
Li Îranê bihayê dolar di demeke kin de ji 4 hezar tumenî derketibû 7 hezar û 500 tumenî. Serokomar Hesen Rûhanî di meha nîsanê da biryar dabû ku bihayê dolar 4 hezar û 200 tumenî bê sabîtkirin û di piyasaya serbest da kirîn û firotina dolar qedexe kiribû.
Li piyasaya serbest dolar 9 hezar tumenî bi rêya qaçax tê firotin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin