PeyamaKurd-Li Kolombiyayê ji rêvebirên FARCê Jesus Santrich bi gumana firotina maddeyên hişbir hat binçavkirin. Li ser gotina ku “Amerîka ew xwestiye”, serokê dewleta Kolombiyayê Santrich, bo îadekirina wî ya Amerîkayê wê tereddutê neke.
Jesus Santrich yek ji rêvebirê FARCê ye û li mala wî lêgerîn têkirin. Bûyer ji aliyê FARCê ve jî hat piştraskirin. Hat ragihandin ku binçavkirin li ser daxwaza balyozê Amerîka yê li Kolombiyayê hatiye kirin.
Serdozgerê Kolombiyayê bi vê biryara xwe dibe ku li hemberê aştiya navbera dewlet û FARCê rawestiya be. Yek ji rêvebirê FARCê Pastor Alape piştî binçavkirinê, di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha got:
"Serdozger, aşkera li dijî aştiya Kolombiyayê rawestiya ye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin