Amerîka bo Tirkiyê sitandina krediyê asteng kir

Amerîka bo Tirkiyê sitandina krediyê asteng kir

PeyamaKurd- Daxwaza astengkirina sitendina krediyê ji aliyê Tirkiyê de, di Senato ya Amerîkayê de, di Komîsyona Karên Derve de hat qebûlkirin.

Bi sedema pirsgirêka Rahîp Brunson ê Amerîkî, Amerîka Tirkiyê tehdîd kiribû û niha biryareka ku bandoreka nebaş li Tirkiyê bike xiste dewrê. Biryar di komîsyonê de derbas bû ku sitendina krediyan bo Tirkiyê zahmet dike.

Amerîka aşkera tehdîda xwe kir: Amadebin ku hun bi encaman re rû bir û bibin.

Serokê komîsyona karên têkiliyên derve senator Bob Corker û senator Bob Menendez ragihandin ku îro komîsyon qebûl kiriye ku Tirkiye dê nikaribe bi rihetî ji rêxistinên navdewletî krediyê bistîne.

Senator Bob Corker weha got: “ Me nexwest vê biryarê bidin lê me hişyarî dabû hukumeta Tirkiyê ku bê sebeb hemwelatiyên Amerîkayê û yên ku balyozxane wan îstîhdam dike, nexe bin çav û bê sebeb negre. Eger bigre, wê encamên wê hebin. Her çendîn Brunson ji zîndanê hatibe malê jî piştî 21 mehan ev encam me tetmîn nake. Heya Tirkiye dev ji girtina wezîfedarên balozxaneyên me bernede û li wan niheqî bike, em ê zorê bidin ser Tirkiyê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin