Lavrov îro bi fermî serdana Hewlêr û Bexdayê dike

Lavrov îro bi fermî serdana Hewlêr û Bexdayê dike

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro Duşemê 7ê Cotmehê serdana Bexda û Hewlêrê dike bi berpirsên bilind ên Iraq û Herêma Kurdistanê re dicive.

Biryar  e îro Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi serdaneke fermî serdana Iraqê bike û bi her sê serokatiyên Iraqê re derbarê pêwendiyên Iraq û Rûsyayê de bicive. Piştre jî Lavrov serdana Hewlêrê dike û bi berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê re derbarê pêwendiyên Mosko û Hewlêrê û rewşa navçeyê û pêwendiyên aborî de dicive.

Serdana Wezîrê Derve yê Rûsyayê ji Bexdayê re, hevdem e bi xwepêşandan û alozî li çend bajarên Iraqê ji hefteyekê ve hene û bi taybet li Bexdayê û encamê de zêdetir ji 100 xwepêşanderan hatine kuştin û bi sedan birîndar hene.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin