PeyamaKurd – Civîna Lîjneya Hevkariya Bazirganî, Aborî, Zanistî û Teknîkî ya di navbera Rûsya û Iraqê de li Moskowê bi dawî bû.
Civîn bi beşdariya şanda Iraqê ya bi serokatiya Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husen û şanda Rûsyayê bi serokatiya Cîgirê Serokwezîr Borîs Îvanov do roja Pêşncemê 26.08.2021, bi dawî bû.
Şanda Iraqê, ku nûnerên Jûra Bazirganî û Pîşesaziya Kurdistanê jî nav de cih digirtin, di heyama sê rojan de, ji 24 Tebaxê ta 26 Tebaxê hevdîtinên li gel wezaret û saziyên bazirganî û pîşesaziya Rûsyayê pêk anîn.
Civîna dawî 26 Tebaxê li avahiya Hikûmeta Rûsyayê bi beşdariya her du hevserokên Lîjneya Hevbeş a hikumetên Rûsya û Iraqê: Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên û Cîgirê Serokwezîrê Rûsyayê Borîs Îvanov, herwiha Nûnerê Serokê Rûsyayê li Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîkayê û Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mîxayîl Bogdanov û nûnerên her du wezaretên Iraq û Rûsyayê birêve çû.
Gotûbêja aliyan li pişt deriyên girtî hat meşandin. Piştî bidawîbûna gotûbêjan ji dezgehên ragihandinê re rê hat eşkerekirin, wêneyên îmzekirina protokolan werbigrin.
Protokola Hevkariya di warê bazirganî, aborî, zanistî û teknîkî ya navbeyna hikumetên Rûsya û Iraqê de ji bo dahatiyê ji aliya Fuad Husên û Borîs Îvanov ve hat îmzekirin.
Protokola duyemîn jî, ji aliya serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziya Kurdistanê Dara Celîl Xeyat li gel rêveberê Delovaya Rossiya Aleksandr Larîn li ser hevkariya di warê bazirganî û aboriyê de hat îmzekirin.
Piştî îmzekirina çend protokolan, hevserokê Lîjneya Hevbeş a Rûsya û Iraqê Borîs Îvanov bêyî ku tu daxuyanî bide çapemeniyê, ji ciyê kombûnê derket.
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên, ku hevserokê Lîjneya Hevbeş e, li ser naveroka hevdîtin û protokalan peyiviye û daye zanîn, ku ev civîn ji bo sala 2020 hatibû plankirin, lê ji ber şewbê bipaş ketibû û niha hat lidarxistin.
Husen destnîşan kirye, di civînan de ku nûnerên hemû wezatên Iraqê û nûnerên jûrên bazirganî û pîşesaziya Herêma Kurdistanê jî amade bûn, hevdîtin û gotûbêjên berfireh li ser perspektîvên hevkariya navbeyna Iraq û Rûsyayê hatin meşandin.
Fuad Husên diyar kiriye: “Danûstanên me yên dualî ji du mijarên cuda pêk dihatin, mijara aborî û kerta taybet û mijara siyasî.” Di warê aboriyê de her du alî li ser çendîn projeyan gihîştin rêkeftinê ku di warên; bazirganî, enerjî, veguhastin, perwerde, kultur û kiştukaliyê de hevkariyê bikin. Fuad Husen amaje pê kir ku di warê serbaziyê de ti danûstandin ne hatiye kirin.
Di beşa siyasî ya hevdîtinan de jî, li gorî gotinên Fuad Husên, rewş îro ya Iraqê û aramiya herêmê, herwiha rewşa girêdayî bi Afganistanê hatiye gotûbêjkirin.
Piştî bidawîbûna hevdîtinan, şanda Iraqê bi serokatiya Fuad Husên ber bi Bexdayê ve bi rê ket.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin