Silopya | Kamyonek barhilgir û otomobîlek bi plaqeya Hewlêrê li hev qelibîn: 4 kes birîndar bûn

Silopya | Kamyonek barhilgir û otomobîlek bi plaqeya Hewlêrê li hev qelibîn: 4 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li navçeya Silopiya Şirnexê di encama lihevketina kamyonek barhilgir û otomobîleke bi plaqeya Hewlêrê de 4 kes birîndar bûn.

Çavkaniyekî ji Rûdawê re ragihand ku li navçeya Silopiyayê otomobîleke sivik a şexsî ya bi plaqeya Hewlêrê ku ji Herêma Kurdistanê ji bo serdanê hatibû û kamyoneke barhilgir li hev qelibîn.

Di bûyerê de 4 welatiyên Herêma Kurdistanê yên di otomobîlê de bûn birîndar bûn.

Hate hînbûn ku piştî alîkariya ewil a ekîbên tenduristiyê yên ku li ser îxbara welatiyan hatin cihê bûyerê birîndar bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê.

Hat destnîşankirin ku rewşa tenduristiya birîndaran baş e û tedawiya wan dewam dike.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin