PeyamaKurd - Rêveberê Giştî yê Veberhênanê li parêzgeha Duhokê, Dr. Heval Sidîq îro 29ê Nîsanê eşkere kir, projeya kargeheke mezin a şekir bi sermayeya 110 mîlyon dolarî li nehiyeya Qesrokê ya ser bi qezaya Şêxanê ve hatiye pejirandin.
Dr. Heval Sidîq diyar kir, ev kargeh li ser asta Iraq û Herêma Kurdistanê yekem e û wekî dezgeheke bêhempa tê dîtin. Kargeh dê ji bo dabînkirina madeya xav, pişta xwe bi çandina "çewender" û "qamîşê şekir" girê bide. Ev yek jî dê cotkarên navçeyê han bide ku van berheman biçînin û kargeh dê hemû berhemên wan ji wan bikire.
Rêveberê Veberhênanê tekez kir, ev proje ji bo parastina asayîşa xurekê ya Kurdistanê pir stratejîk e. Kargeh dê li şûna şekirê hawirdekirî û yê destçêkirî, şekirê %100 siruştî berhem bîne.
Ev proje ji bo geşedana aborî û peydakirina derfetên kar xwedî girîngiyeke mezin e; ew dê rasterast di navbera 300 heta 400 derfetên kar ji bo ciwanan peyda bike û bi hezaran cotkar û karker jî dê bi awayekî nerasterast ji vê projeyê sûdmend bibin.
Di heman demê de, berhema kargehê dê ne tenê li Duhok û Kurdistanê were belavkirin, lê belê dê ji bo parêzgehên Iraqê û welatên cîran jî were hinardekirin.