PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên û Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan, di çarçoveya 52yemîn Civîna Encumena Wezîrên Derve yên Rêxistina Hevkariya Îslamî (RHI) de li Bexdayê civîneke duqolî pêk anîn.
Di civînê de pêşxistina têkiliyên dualî, geşedanên dawî yên Rojhilata Navîn û mijarên ewlehiyê yên hevpar bi berfirehî hatin nirxandin.
Fuad Husên li ser hesabê xwe yê platforma Xê ragihand ku wî ligel hevtayê xwe yê Tirk rêyên bihêzkirina peywendiyên navbera Bexda û Enqereyê gotûbêj kirine.