PeyamaKurd – Tê gotin ku fermandarê Îranê yê hêza Qudisê Îsmaîl Kaanî ji vê sibê de xwe sipartiye (îltîca) Îsraîlê. Tê gotin ku Kaanî 60 sale wekî casûsekî Mossadê dixebite û rola wî di kuştina serpereştên Îranê de yên heya niha hatine kuştin de, heye.
Hatibû ragihandin ku di hefteya borî de di kuştina serokê dînî yê Îranê Ayetullah Hamaney û 48 mezinên Îranê de destê wî hebûye. Di kuştina 48 serpereştên Îranê de tenê Kaanî rizgar bûbû.
Îsmaîl Kaanî berya kuştina Hamaney, terka civînê kiribû û gumana raya giştî li ser Kaanî bû ku ajanê Mossadê ye. Ji Roja Şemiyê de kes ti agahî ji Îsmaîl Kaanî heya niha nestendiye.
Hat gotin ku destê Kaanî di kuştina serokê Hamasê Îsmaîl Haniyeh û di kuştina serokê Hîzbûllahê Hasan Nasrallah û Safieddîn de heye.
Heya niha çavkaniyên fermî piştrast nekirine bê raste ku Îsmaîl Kaanî reviyaye Îsraîlê û îltîcayê Îsraîlê kiriye an nekiriye. Di çapemeniyê de hatibû ragihandin ku Kaanî ji aliyê hêzên Îranê de hatiye girtin.