Li Îranê pêla nû ya girtin û darvekirinan: Çarenivîsa 11 kesan nediyar e

Li Îranê pêla nû ya girtin û darvekirinan: Çarenivîsa 11 kesan nediyar e

PeyamaKurd - Îtlaata (îstixbarat) parêzgeha Îlamê ragihand ku di encama pêleke nû ya binçavkirinan de, 11 welatî li bajarê "Melikşahî" bi hinceta beşdarbûna xwepêşandanên meha Kanûna sala borî hatine girtin. Melikşahî wekî yek ji navendên sereke yên serhildana gel a li parêzgehê dihate naskirin.

Dezgehên ewlehiyê yên rejîma Îranê bi daxuyaniyekê ev kes bi peywendiya bi komên çekdar, teqekirina li hêzên ewlehiyê û têkbirina milkê giştî tawanbar kirin, bêyî ku navê girtiyan û tawana fermî ya dadwerî an mafê wan ê parêzer re bidin.

Li aliyê din, Rêxistina Lêborînê ya (Amnesty International) di raporeke lezgîn de eşkere kir ku Komara Îslamî bi hezaran kes binçav kirine û heta niha herî kêm 31-34 kes darve kirine.

Li gorî raporê, Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirina yê herî kêm 20 tawanbarên din jî pesend kiriye ku di nava wan de du zarok jî hene û bi xetereya darvekirinê re rû bi rû ne.