PeyamaKurd - Ji bo cihê Wezîrê Parastinê yê berê yê Îranê Ezîz Nasîrzade ku di êrîşên DYA û Îsraîlê de hatibû kuştin, Mîhrdad Ehlakî Kîtabçî hat destnîşankirin.
Di dengdana li Parlamena Îranê de, Kîtabçî bi piştgiriya 237 parlamenteran ji nav 285an re bû wezîrê parastinê yê nû.
Serokkomar Mesûd Pezeşkiyan ev encam wekî peyameke bihêz û ronî ji bo tevahiya cîhanê nirxand.
Kîtabçî ku berê di pîşesaziya fuzeyan a Îranê û Hêza Esmanî de xwedî berpirsiyariyên girîng bû, herwiha di lîsteya cezayan a DYA û Yekîtiya Ewropayê de ye.
Kîtabçî piştî wergirtina dengê baweriyê li dijî îhtimala êrîşên DYAyê hişyarî da û rasterast ji Serokê DYAyê Donald Trump re got: "Trump divê bifikire ka dê çawa leşkerên xwe bi saxî ji herêmê derxîne. Bila bombeyekê bavêje û paşê bibîne ku ka dê çend leşkerên xwe di darbestan de veguhêze."
Her wiha Kîtabçî got ku wan dijî îhtimala bikaranîna bombeya "Dayika Bombeyan" (GBU-43) tedbîrên pêwîst girtine û tekez kir ku piştî şerê 12 rojan hêzên wan ên parastinê hatine nûkirin.