PeyamaKurd - Senatorê Fransî Remi Feraud di daxuyaniyên xwe yên dawî de bal kişand ser pêşketinên li Îranê û tekez kir ku di her pêvajoyeke siyasî ya pêşerojê de, divê hejmara nêzîkî 10 milyonî ya Kurdên li Îranê li ber çavan bê girtin.
Feraud di hevpeyvînekê de li gel Rûdawê de diyar kir ku Kurdên li Îranê bi salan e di bin zilm û zorê de dijîn û îro di pêşengiya xwepêşandanên li dijî rejîmê de cî digirin, lewma ew şirîkên sereke yên her guhertineke demokratîk in.
Senatorê Fransî bal kişand ser avahiya pirneteweyî ya Îranê û anî ziman ku Fransa di vê mijarê de xwedî rol û gotin e.
Li gorî Feraud, pevçûnên heyî yên di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de êdî derbasî qonaxa şerekî bi bandor bûne.
Wî da zanîn ku her çend Fransa niha bi fermî beşdarî şerê leşkerî nebe jî, rejîma Îranê bi şandina moşek û dronan bo herêmên cûda û êrîşkirina li ser baregehên Fransî yên li Îmaratê, dixwaze pevçûnê veguherîne şerekî herêmî yê berfireh.
Feraud bi tundî daxwaza guhertina rejîma heyî ya li Îranê kir û diyar kir ku ew dixwaze rejîma melayan hilweşe.
Wî bi bîr xist ku Fransayê di vê dawiyê de Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê xistiye lîsteya rêxistinên terorîst û tekez kir ku xilasbûna ji vê rejîmê ji bo siberoja gelê Îranê û Kurdan pir girîng e.
Li ser pirsa modeleke siyasî ya guncaw, Feraud modela federal a mîna ya Herêma Kurdistanê ya Iraqê wekî mînakeke serkeftî ji bo xweseriya Kurdan li herêmê bi nav kir.
Di dawiya axaftina xwe de, senatorê Fransî da xuyakirin ku Fransa bi tena serê xwe nikare garantiyên leşkerî bide, lê ew dê bi zextên dîplomatîk li ser Tirkiye, Amerîka û hevalbendên Ewropî bixebite da ku mafên Kurdan werin parastin.
Feraud diyar kir ku dengê Fransayê di mijarên mafên mirovan de her tim bandorker bûye û hêvî dike ku di pêşerojê de ev helwesta parîsê ji bo Kurdên li Îranê jî bibe piştgiriyeke xurt.