PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro bi serdaneke fermî gihîşt Ebû Zebî û tê payîn ku ligel Serokê Îmaratê yê Şêx Mihemed bin Zayed Al Nahyan bicive. Di vê hevdîtina astbilind de, mijarên sereke bihêzkirina pêwendiyên dualî, pêşxistina hevkariyên aborî û derfetên bazirganî yên di navbera Îmarat, Iraq û Herêma Kurdistanê de ne.
Her du serkirde dê li ser projeyên binesaziyê û enerjiyê yên ku Îmarat li herêmê encam dide û roleke wan a stratejîk we binirxînin.
Krîzên herêmî û pêvajoya agirbestê li ser masê ne
Ji bilî pêwendiyên aborî, rewşa aloz a Rojhilata Navîn û geşedanên dawî yên herêmî beşeke girîng a rojeva vê serdanê pêk tînin.
Nêçîrvan Barzanî û Şêx Mihemed bin Zayed dê li ser pêvajoyên agirbestê yên li herêmê û rêkên parastina aramiya navneteweyî bîr û rawayên xwe parve bikin. Îmarat wekî hevpeymanekî girîng ê Herêma Kurdistanê tê dîtin û ev serdan di demekê de pêk tê ku dîplomasiya herêmî ji bo kêmkirina rageşiya di navbera hêzên mezin de di qonaxeke hesas re derbas dibe.